• DOLAR 32.554
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2468.606
  • ...
Keştiya fezayê ya Hindistanê fotoxrafên nû yên rûyê heyvê dişîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fotoxrafên nû yên rûyê heyvê ji hêla Pargîdaniya Lêkolînên Fezayê ya Hindî (ISRO) ve li ser platforma medyaya civakî X (berê Twitter) hatin parve kirin.

Di daxuyanîya ku ji teref ISRO ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku Chandrayaan-3 di dema amadekirina daketinê de piştî daketina bilindahîya 25 û 134 kîlometreyan (dor û jor) hatiye kişandin.

Hat gotin ku "Fotoxraf ji aliyê kameraya vedîtina xeterê û dûrketinê ya keştiyê ji aliyê dûrî heyvê ve hatine kişandin. Ev fotoxrafan ji aliyê kamerayeke ku alîkariya diyarkirina herêmeke daketina ewle dike, hatiye kişandin."

Hat diyarkirin ku di fotoxrafan de kraterên Deryaya Humboldt, Haîn û Belkovîç tên dîtin.

ISRO ragihand ku keştiya fezayê Chandrayaan-3 plan dike ku di 23ê Tebaxê saet di 18:04an ya li gorî seatê Tirkiyê de bi nermî dakeve ser Heyvê.

Chandrayaan-3 plan dike ku dakeve herêma Qulba Başûr a Heyvê, ku wesaîta Luna-25 a Rûsyayê ya ku rojên borî hewl da bi nermî dakeve ser Heyvê, lê ket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir