• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Venezuela temsîlkarîya xwe ya dîplomatîk a li Dewleta Filistînê nû kir û kir balyozxane
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî medyaya Filistînê, Wezîrê Karên Derve Riyad El-Malkî li ser bingeha têkiliyên dîrokî yên ku her du welatên dost û gelên wan girêdide, pêşwazî li vê biryara dîrokî kir. Malkî her wiha destnîşan kir ku Venezuela her tim li kêleka xelkê Filistînê ye û li berjewendiyên doza Filistînê dinêre.

Wezareta karên derve û derbideran jî pesna vê biryarê da û ev biryar wek nîşana naskirina dewleta Filistînê ji aliyê Venezuelayê di sala 2009an de û nîşana peywendiyên dîrokî yên kûr ên di navbera her du welatên dost de wesif kir. Wezaretê her wiha destnîşan kir ku ev biryar piştevaniya bêdawî ya Venezuelayê ji Dewleta Filistînê û mafên xelkê Filistînê di hemû astan de nîşan dide.

Wezaretê spasiyên xwe ji serokatî, xelk û serokê Komara Bolîvarî ya Venezuelayê anî ziman ku ji bo piştgiriya bêsînor a ji xelkê Filistînê û doza wan a dadmend re û ji bo vê biryara wêrek a ku bûye alîkar da ku dewleta Filistînê li ser erdê rast bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir