• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Cotkaran bi enerjîya tavê erdên xwe bêmesref avdanê dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Qozlûka Êlihê cotkaran ji erdên xwe re, 112 panelên avê ên qasî 890 hezar lîreye û ji teref Qeymeqamtîya Qozlûkê û Midurtîya Daristan û Çandinîya Navçe ve hatîye dayîn lêkirin.

Cotkaran, êdî bi saya panelên ku 52 kîlowat ceryanê dihilbirîne erdên xwe bi sifir melîyetê ew ê avdanê bikin.

Midurê Daristan û Çandinî ya Navçeya Qozlûkê Îsmaîl Hakki Saglam derheqê bûyerê de weha axivî:

“Me li Taxa Tepeûstûya navçeya Kozlûkê projeyek çêkir, ji ber ku melîyeta ceryanê gelek zêdeye, 21 cotkarên me mirecaetê me kirin û dilxwazîya wan ev bû ku vê projeyên bidin çêkirin. Me jî bi tevî îdareya GAPê vê projeyê çêkir. Me ji 21 cotkarên xwe re 112 panelan avakir. Me bi vê 112 panelan 52 kîlowat ceryanê hilberand. Em bi vê ceryana ku dihilbirînin jî 300 donim erdên genimê pê avdanê dikin. Bi tevî vê avdanê ew ê cotkarên me dikaribin di salê de du mehsûlan helînin. Ji ber ev mehsûlan jî ew ê hilberîna wan jî zêde bibe û bibe du qet. Ji ber ku ew ê heqê ceryanê jî nedin ew ê melîyetên wan kêm bibin.”

Cotkar lezgîn Araz jî qala feydeya panelên tavê kir û ji cotkarên dinê re jî tewsîyeyan da:

“Em karê çandinîyê dikin, em cotkarin, em genim û nîskan kom dikin. Feqet îsal bû çend sale li çar alîyê dinyayê ziwabûnî heye bi taybetî li herêma me ev ziwabûnî zêde ye. Ji ber ev ziwabûnî û heqê ceryana zêde me nikaribû bi ceryanê erdên xwe avdanê bikirana. Ji ber ku ziwabûnî zêde bûn hilberîna me jî kêm bû. Ji ber ku hilberîn jî kême ev me xelas nedikir û em diçûn derve dixebitîyan. Ciwanên me û zarokên me diçûn derve dixebitîyan. Em jî hînbûn ku bi van panelên tavê ceryan tê hilberandin û ji ber vê yekê serlêdanê ji Midurtîya Çandinî ya Navçeyê re kir. Xwedê ji wan razî be Qeymeqamtî û Midurtîya Çandinî ya Navçe jî ji me re bûn alîkar û van panelan anîtin. Em ji van panelan 50 kîlowat ceryanê bidestdixin. Bi îzna Xwedê em ê jî bi vê şeklê genimên xwe pê av bidin û hilbwerîna me ew ê zêde bibe. Piştî çandinîya genimê jî em ê hilberîna duyemîn jî deynin. Ger ku ewakî be ew ê zarokên me jî werin li vê derê û ji xwe re bixebitin. Tewsîyeyên me ji cotkaran re heye ku ew li ku derê dimînin bira bimînin bira herin wan sazîyan û ev projeyê ji wan bixwazin.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir