• DOLAR 32.898
  • EURO 35.327
  • ALTIN 2459.383
  • ...
Li Nîjerê rêveberîya cuntayê ji sînorên du welatan re leşkeran bi cîh kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serfermandarên Welatên Endamê Civakîya Aborî ya Dewletên Efrîqaya Rojava, li Akraya Paytexta Ganayê bi rojeva Nîjerê cara duyem hatin cem hev.

Komîserê Mesulê ji Ewlehî û Aştîya Karên Sîyasî ya ECOWAS (EKOWAS)ê ABDEL-FATAU MUSAH,  daxuyand di civînê de gavên ku li hember cuntaya ku di 26ê Tîrmehê de rêvebertîya Nîjerê bidestxistîye bên avêtin hatin bidestxistin.

Musah, daxuyand ku ECOWAS biryar girt ku ew ê ji Nîjerê re leşkeran bi cîh bikin. Wî îfade kir ku ji bona vêya jî ne hewceye ku ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî îznê bigre.

Musahê ku bal kişand ti dem di Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî de yekdengî pêk nehatîye, meseleya Nîjerê jî pêşkêşkirina ji Konseya Ewlehî ya NYyê re bê me’neye û bal kişand ku ew ê mitleqe endamekî vêya red bike.

Artêşa Nîjerê ya ku piştî qerara Ecowasê bireveberîyê bidest xist jî li hember operasyonekî leşkerî li sînorên Benîn û Nîkeryayê re leşkeran bicîh kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir