• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Ebû Senînehê ku sîyonîstên îşxalkeran wî birîndar kiribûn şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hamza Ebû Senînehê ku zewicandî û bavê 2 qîzikan e û 30 salî ye, di sala 2021an de li Mescîdî Eqsayê dema ku îşxalkean êrîş dikin de gule li serê wî dikeve û birîndar dibe, piştî tedawîya ku li nexweşxaneyê dît di wî de xesarê mayînde pêk hat û çavê xwe yê çepê winda kiribû.

Dema ku birîndar bû jî ji teref sîyonîstên îşxalkeran ve hatibû desteserkirin û dûre cardin hatibû berdan.

Ebû Senînehê ku ji roja birîndar bûbû heta îro ji birînên xwe merezdar bûye, rewşa wî ya tenduristîyê çend hefte berê li ber xerabîyê çû. Roj bi roj rewşa wî zêdetir xerab bû û doh êvarê canê xwe ji dest da.

Şehîdê ku îro di seatên serê sibehê de cenazeyê wî hat girtin, piştî nimêja ku hat kirin ji goristana Derê Bi Şêr a Mescîdî Eqsayê hat veşartin.

Sîyonîstên îşxalkeran jî di nêzê cenazeyê de bûn û mirovan tehrîk dikirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir