• DOLAR 32.516
  • EURO 35.045
  • ALTIN 2437.623
  • ...
Li Mûşê qezaya trafîkê: 3 mirî 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, doh di seatên êvarê de li nêzê gundê Kiyika ser rêya Mûş-Çewligê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîtên bi plaqeyên 44 ADC 697, 49 T 0101, 33 B 1843, 46 VG 570, 06 BDD 685 û 46 BG 570 ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Li ser xeberdayîna mirovan ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, AFAd, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Di encama lêkolîna ku ekîban kirin de Sezgîn Karakûş, Alîcan Çîçek û Ferman Uçar canê xwe ji dest dan.

8 kesên ku di qezayê de birîndar bûn jî ji Nexweşxaneya Dewlet a Mûşê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir