• DOLAR 32.25
  • EURO 34.689
  • ALTIN 2400.433
  • ...
Li Sûdanê bîlanço giran dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li welat ji ber pevçûnên ku berdewam dikin 4 hezar kesên ku bi sedan sîwîl jî di nav de hene canê xwe ji dest dan û 4 milyon kes jî ji cîhên xwe bûn.

Li Sûdanê şer û pevçûnê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Desteka bi Lez de bênavber berdewam dike. Hejmara wan kesên ku ji ber vî şerê ku 4 meh e dest pê kiriye canê xwe ji dest didin her ku diçe zêdetir dibe.

Hat diyarkirin di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de 435 zarok û 28 karkerên nexweşxanê jî hene.

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ji ber şer û pevçûnên ku berdewam dikin heta niha 4.2 milyon însan ji cihên xwe bûn.

Hat hînbûn ji bo alîkarîya însanî bê kirin sehaya hewayê yê Sûdanê ji seferên balafiran re hat vekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir