• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Ji Yapicioglu ji Komeleya Dildarên Qudsê re zîyaret
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku bi tevî Nureddîn Şîrînê Rayedarê Komeleya Dildarên Qudsê û lijneya bi wî re hat cem hev, derheqê rojev û xebatên ku dikin de agahîyan da.

Yapiciogluyê ku diyar kir divê Misilmanan ti dem nekevin nav bêhêvîtîyê, qala şertên hatina alîkarîya îlahî kir.

Me ji vê tiştê re bawer kir; Ger ku Misilmanan derheqê meseleyekî de cehd û xeyreta ku ji destê wan tê bi temamî bikarbînin yanê tiştê ku bi milê wan dikeve bicîh bînin ew ê alîkarîya Xwedê bighêje. Me daîma vêya got; jîyana me, mirina me ji Xwedayê ku Rebbê Alemêye re ye.

Yapiciogluyê ku bal kişand heqareta ji pîrozbahîyên ummeta Îslamê re ne azadîya îfadeyêye, derheqê êrîşên gemar ên ku li dijî Qurana Pîroz tên kirin de axivî.

Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Me vê bangê kir, me got dema ku hereketên wek vana bên kirin, ger ku hûn nikaribin tiştekî jî bikin sefîrên wan gazî wezareta karên derve bikin û hûn dikarin ji wan re notaya protestoyê bidin. Hûn dikarin gazî sefîrên xwe bikin, ger ku bidomînin hûn dikarin berê sefîrên wan an jî dîplomatên wan bidin, dikarin minasebetan bidin rawestandin… ne mimkin e ku em mirovên ku erdên Îslamê îdare dikin tenê peyameke şermezarîyê belav bikin û bi vê şeklê jî wezîfeyên xwe bi cîh anîtibin qebûl bikin.”

“Endamtîya Swêdê a ji bo NATOyê were Meclîsê ji bona ku ev di Meclîsê de derbas nebe çi ji destê me were em ê bikin”

Yapicioglu, got ku ew ji bona ku endamtîya Swêdê a ji NATOyê re di meclîsê de derbas nebe çi ji destê wan were ew ê bikin.

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Van hereketan, tenê mirovekî Swêdî an jî Danimarkayî li gorî serê xwe kiribe, çalakîyekî ku bi tena serê xwe kiribe nîne. Nexwe para îdarevan û hikumeta ku ji wan re îznî didin û wan mihafeze dikin jî di vê meseleyê de heye û em dema ku endamtîya Swêdê a ji bo NATOyê were Meclîsê ji bona ku ev di Meclîsê de derbas nebe çi ji destê me were em ê bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir