• DOLAR 32.392
  • EURO 34.906
  • ALTIN 2389.49
  • ...
Vegera  ji zozanan dest pê dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zozanvanên ku ev bû çend meh li çiyayên bilind ên Agirîyê heywanên xwe çêrandin û ji wan pênîr, torak û rûnê nivişt çêkirin û firotin hazirîya vegera mala xwe dikin.

Welatîyê bi navê Paşa Ozcanê ku yek ji wan kesan e ku li zozanên li gundê Pira Jorîn heywandarîyê dike derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Paşa di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew bi hatina biharê heywanên xwe derxistine zozanan û ji wê heyamê vir ve heywanên xwe li vê derê didin çêrandin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em di biharê de tên vê Zozana Derece ya ku ya nasên me ye û em li vê derê heywanên xwe duqûsênin. Her wisa em li vê derê heywanên xwe didin çêrandin û ji şîrên wan penêr çêdikin. Piştî ku em 75 rojan li vê derê dimînin digel kom û kulfetê xwe vedigerin malên xwe.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir