Meteorolojîyê ji bo herêmê hişyarîya germahîya zêde kir
Ji teref Midûrtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve ji bo bajarên li herêmê hişyarîya germahîya zêde hat kirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin ew ê ji sibe pêve temamê herêmê germahî zêde bibin û welatî divê dema ku derketin derve haya xwe ji xwe bikin.
Li gorî daxuyanîyê ew ê germahî li hinek bajaran wisa be:
Malatya : 40-43 °C
Xaepêt: 40-41 °C
Dêrsim : 40-41 °C
Bîngol : 38-40 °C
Hetay : 36-42 °C
Muş : 38-39 °C
Mêrsîn : 36-43 °C
Colemêrg : 34-37 °C
Mereş : 38-45 °C
Diyarbekir : 43-44 °C
Osmaniye : 38-45 °C
Entabê : 39-43 °C
Semsûr : 39-44 °C
Riha : 41-45 °C
Êlih : 43-45 °C
Şirnex : 39-40 °C(ÎLKHA)