• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Enqereyê operasyona tiryakê: 309 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midurtîya Ewlehî ya Enqereyê ve hat belavkirin, ji teref ekîbên Midurtîya Şubeya Micadeleya Sûcên bi Narkotîkê re ve, li giştîyê paytext di encama xebatên micadelekirina bi sûcên narkotîk re a navbera 31ê Tîrmehê-6ê Tebaxê de 309 kes hatin binçavkirin.

Ji sûcdaran 32yên wan jî ji teref dadgeha ku hatibûn derxistin ve hatin girtin.

Hat destnîşankirin di encama operasyonan de 14 kîlo û 100 grem esrar, 726 gram bonzaî, 489 metamfetamîn, 2 hezar û 731 heb hebên tiryakê, 2 çekên bêrihset û 5 terazîyên xesses hatin binçavkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir