• DOLAR 32.882
  • EURO 35.245
  • ALTIN 2469.129
  • ...
Di navbera Efxenistan û Qazaxistanê de peymana bazirganîyê hat îmzekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezarete Bazirganî û Senayîyê ve hat belavkirin, di navbera lijneya di bin serokatîya Nureddîn Azîzîyê Wezarete Bazirganî û Senayî de û alîkarê Serokwezîrê Qazaxistanê û lijneya Qazaxistanê de civîneke hevpar hat lidarxistin.

Di hevdîtinê de herdu alî jî derheqê encamên rûniştina ragihandinên kar, plankirina fuarên Qazax-Efxen, tesîsên banka, bazirganî û transît a herdu welatan û metoda avdana nû û teknolojîyên parastina avê de gotûbejan hatin kirin.

Di hevdîtinê de, sektorên taybet ên Efxenistan û Qazaxistanê ji 100 milyon dolarî zêdetir peymanekî îmze kirin.

Zîyaretên fermî ên lijneya di bin serokatîya Nureddîn Azîzîyê Wezarete Bazirganî û Senayî de ya li Astanaya paytext berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir