• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Xarpêtê wesayît li dîregê qelibî: 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seatên serê sibehê de li ser rêya Derdora Başûr pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesatîya di bin îdareya M.K. de bû, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir pêşî li refûjê xist û dûre jî li dîreka ceryanê qelibî û teqle avêt.

2 jê zarok 4 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir