• DOLAR 34.524
  • EURO 36.157
  • ALTIN 2983.572
  • ...
SON DAKİKA
Aşûre û Kerbela
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Suat Xoce, bal kişand ku divê Kerbela baş bê fêhmkirin û bê qalkirin.

Suat Yaşasinê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê, derheqê roja Aşûrayê a ku di dîroka Îslamê de gelek bûyerên muhîm hatine jîyankirin de nirxandinan kir.

Suat Yaşasin di axavtina xwe de weha got, “Aşûre, rojên ku Xwedê Teala muminan an jî muminan di vê rojê de li dijî zilm, tuxyan, neheqî, îstîbdat û wan kesên ku xwe wek Xwedê dihesibînin bertek nişan didin sembolize dike. Dema ku qala Aşûrayê dibe Kerbela tê bîra me. Xisûsen ew facîaya ku Hezretî Husêyn û gelek kesên ji Ehlî Beytê hatine şehîdkirin gelek muhîm e. Gelek peyamên wek qiyama li dijî zilmê, astengkirina navberkirina Îslamê a ji îstîbdarê re di nav xwe de dihewîne.”

Yaşasin, bal kişand ku Aşûre, tê meneya serî rakirina li hember zilmê ye.

Yaşasin dû re weha got, “Bûyera esil a ku rojîya Aşûrayê di berîya Hezretî Husêyn de sinet e, xelasbûna Hezretî Musa û Benî Îsraîlê ji zilma fîrewn e, ev roj rojeke gelek muhîm e ku di nav xwe de salvegera xeniqîna firewn a di behrê de jî dihewîne. Di vê meneyê de Aşûre, salvegera serîrakirina û teslîm nebûna li dijî zilm û neheqîyê ye.”

Yaşasinê ku diyar kir bûyera Kerbelayê divê ji teref hemû Misilmanan ve bê fikirandin û divê Kerbela bi rastî bê fêhmkirin.

Yaşasin di awîya axavtina xwe de weha got, “Divê ku hemû Misilmanan bi Şiîtî û bi Sûnnîtî şehadeta Hezretî Husêyn a li Kerbelayê bi taybetî lêkolîn bike, lêgerîn bike û fêhm bike. Bê guman dema ku qala hedîseya Kerbelayê tê kirin xuyangên ku nexweş in tên ber çavên me. Li vê derê jî mirov gerek bifikire ku ‘ecep sûc di me de ye?’. Hezretî  û Husêyn û ewên ku bi wî re şehîd bûne hûn wan bi rastî yad nekin, ew ê wan fêhm nekin, dersên ji vê meseleyê jî hûnê nikaribin ji neslên dinê re qal bikin, wê demê jî hûnê li dijî wan kesên ku bûyer ne wisaye qal dikin jî nikarin tiştekî bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir