• DOLAR 32.226
  • EURO 35.111
  • ALTIN 2512.715
  • ...
Di roja dawîn a şîna Şehîd Sacît Pîşgîn de mewlûd hat xwedin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di roja Şemîya borî li dijî Serokatîya Bajara Edene ya HUDA PARê êrîş hatibû kirin. Di encama êrîşê de Serokê Bajarê Edene yê HUDA PARê Salîh Demîr birîndar bûbû, Sekreterê Bajêr Sacît Pîşgîn jî şehîd bûbû.

Di kona şînê a ku li ber avahîya Bajara Edene ya HUDA PARê ku li Taxa Turkocagîyê de hatibû dayîn, di dawîya şînê de bi beşdarbûna gelek mirovan de bernameya mewlûdê hat lidarxistin.

Bername, bi xwendina Qurana Pîroz a ji teref hafiz Hûssam el Naffarê Filistînî ve hat xwedin dest pê kir û bi xwendina mewlûdê a him bi tirkî him jî bi erebî berdewam kir.

“Divê ji dewa şehîd Sacît re xwedî derkevin”

Mehmet Eşînê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku di bernameyê de axivî, bîr anît ku ew şehîd Sacît ji Xwedê re şîyandin, ji hemû kesên ku hatine şînê û tezîyeyên xwe şîyandine re teşekur kir.

Eşînê ku îfade kir tiştê ê ku li para wan dikeve xwedî derketine ji dewa şehîd Sacît e weha got, “Me birayê xwe yê Sacît ji Xwedê re oxir kir. Piranîya we birayê sacîd ji min zêdetir nas dike. Ji bona wî xemgînbûn û kederbûn ne hewce ye. Me bawerî anîtîye ku ew li ser nimêjê û di secdeyê de wek navê xwe gihaştîye Rebbê xwe. Ji ber wê ne hewceye ku em xwe xemgîn bikin. Xwedê, wî di cem xwe de dide riziqkirinê. Ew ê ku li ser milê me dikeve xwedîderketina ji dewa wî re, gihandina peyama wî ji dûrahî û ji zêdetir însanan re ye.”

Ew ê şîn di Serokatîya Bajar a Edeneyê de berdewam bike

Eşînê ku diyar kir ew ê şînan di Serokatîya Bajar a Edeneyê de berdewam bike weha axavtina xwe zêde kir, “Li gorî bawerîya me û orf û kevneşopîya me şînên me 3 roj in. Şîna me ji niha pê ve dawî bûye. Lê mirovê ku bixwazin cardin werin, alîkarîyê bidin, sersaxîyê bidin ew ê Serokatîya bajarê me yê Edeneyê vekirîbe. Tenê ji bo şînê na, derê me daîma vekîrîye, çaya me hazir e, bi îzna Xwedê ew ê birayên me li wê derê bin. Ji destpêka bûyerê heta niha mirovên ku hatine şîna me, sersaxîyên xwe şîyandine û hatine teşkîlatên me yên Tirkîyê; yên ku bi telefonî li me gerîyane, yên ku peyaman şîyandine hemû partîyên sîyasî, stk û sazîyan, şehsîyet û cemaetan ji we hemûyan re teşekur dikim. Xwedê bira xêra we qebûl bike.”

Eşîn derheqê rewşa Salîh Demîr de jî agahîyan da û diyar kir ku tedawîya wî li malê didome, dema ku baş bibe ew ê were ser karê xwe û ji xizmetên xwe re berdewam bike.

Şehîd Sacît çima di hedefê de bû?

Mehmet Emre Xoceyê ku di bernameyê de bi mînakên li ser heyata Pêxemberê me û sehabîyan de axavtinek kir, bal kişand ku çima şehîd Sacît di hedefê de bû?

Emre Xoce weha axivî:

“Dema ku em li vê fotoxrafê binhêrin em ê bipirsin kê û ji bo çi vî însana mesûm hatil qetilkirin? em ji şehîd Seyyîd Qutb bersivê bidin. Xwedê rehma xwe lê bike. Seyyîd Qutb dibêje ku ‘Hebûna heqîyê, ji bona ku batilê aciz bike tena serê xwe sedemekî ye’ ev hebûn ji bo batilê sedema herbê ye. Yanê dema ku hûn bibêjin ez bawerîyê bi Xwedê tînim, ji bona ku qencîtî li ser axa cîhanê hakim bibe ez ê bixebitim, hûnê xwe li hember batilê cîh bigrin. Ji xwe ew ê we neyar bibînin û wisa jî dibînin. Ev sedema şer û herbê ye. Divê ku hûn zêde bibin. Ger ku hûn dev ji vê bawerîya xwe bernedin, nejîyankirina we ji bona wan sedemek e. Ew ê micadeleya vêya bidin. Çawa ew qas însanê mesum di emrê ciwantîyê de qetil kirin? Ji ber ku ew di alîyê heqîyê de alî girtine hatin qetilkirin. Dema ku hûn bibêjin Rebbê min Ellah e, li ser axa dinyayê tenê emr û gotinê wê derbas dibe, divê ku qanûnê wê hakim bibe û ji bona serxwebûnîya vêya micadeleyê bikin, hûn ji bona batil neyar tên hesibandin û ew li dijî we herbê vedikin. Şevûrojên xwe ji bo Xwedê weqf bikin, bixebitin, micadeleyê bikin, binhêrin hûn ê bi çi tiştan re rûbirû bibin.” (ÎLKHA)









































Bu haberler de ilginizi çekebilir