• DOLAR 32.974
  • EURO 35.296
  • ALTIN 2465.196
  • ...
Cotkarên ku hilberînên xwe yên duyemîn diçînin, ji ber fîyetên zêde ên sotemenî û zibilê gazinan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê cotkarên ku genim û xîyaran kom çinîn, ji erdên xwe re hilberînên duyemîn datînin.

“Îzolasyon ji erd re baş tê”

Abdullah Tekînê ku li erdên xwe xîyaran danîye weha axivî, “Me di nav du mehan de komkirina xîyarên xwe dawî kir. Niha em ji axê serayên xwe re îzolasyonê çêdikin. Piştî ku em 15-20 rojan ewakî dihêlin dê cardin xîyarên xwe dêynin. Îzolasyona axê çiqas li erdê bibîne ew qas ji axê re baş e û nexweşîyên nav axê tune dike.”

“Mesrefên cotkaran roj bi roj zêde dibe”

Tekînê ku bi taybetî ji zêdebûna fîyetên sotemenîyê gazinan dike diyar kir ku ew ji ber fîyetan rewşeke giran derbas dikin û Tekîn weha got:

“Fîyetên zibila ku di serayan de tê şixulandin zêde bûye. Mesrefê cotkaran roj bi roj zêde dibe. Em di hilberîna yekemîn de heba şitilan bi 2 lîreyê distand, niha jî di hilberîna duyemîn de em bi 4 lîreyê distînin. Lîtreya mazotê 18-19 lîre bû lê niha derketîye 30 lîreyî. Dema ku rewş ewakî be melîyetên me jî zêde dibin. Karekî dinê jî ji destê me nayê û em nikarin cotkarîyê berdin. Daxwazîya me ya ji rayedaran ev e ku bira zêdebûna fîyetên li ser sotemenî, zibil û dermanan bidin sekinandinê.”

“Em ji genim memnun bûn”

Yakup Tekînê ku îfade kir ew him cotkarîya serayê dike him jî cotkarîya erdê dike weha got, “Me niha di erdê genim de hilberîna duyemîn kelerîman danîye. Me di hefteya duyemîn a Tîrmehê de kelerîmên xwe danît. Elhemdulîlalh em îsal ji genim memnûn bûn. me ji bo hilberînên duyemîn jî di serayên xwe de îzolasyonan kir. Dema ku di 10-15 Tebaxê de şitilên me werin em ê wan di serayên xwe de dêynin.”

“Pirsgirêka me ya herî mezin zêdebûna fîyetên sotemenîyê ye”

Tekîn weha got, “Em berîya çandina hilberînê erdên xwe dajon. Dûre jî çape dikin û paşê kelerîmên xwe datînin. DI demên pêş de jî em avdan, çape û gîyayan paqij dikin. Paşê hilberînên xwe kom dikin û ji bona ku bifroşin ji halê re dişînin. Karên erdê bi mazot, zibil û dermanan didome. Niha pirsgirêka me ya mezin fîyeta zêdebûna sotemenîyê ye. Cotkaran dixwazin ku fîyeta sotemenî û û zibilan bira bên kêmkirin û bira zêdebûna sotemenî û zibilan jî bên sekinandin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir