• DOLAR 32.223
  • EURO 35.169
  • ALTIN 2476.316
  • ...
Li Ekvadorê rewşa awarte hat îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bûyerên îsyanê ên ku di nav 5 girtîgehan de pêk hatin de ji 90î zêdetir gardîyan hatin rehîngirtin û hejmarê mirîyan jî derket 31 kesan.

Li Ekvadora ku ji welatên Emrîqaya Başûr yek e bûyerên şîddetê roj bi roj zêde dibe…

Yê herî dawîn serokê Şaredarîya Bajara Mantayê Agustîn Intrîago, di 23yê Tîrmehê de di encama dûçarbûna êrîşa çekdarî de hatibû kuştin.

Roj li ser vê êrîşê derbas nebû ku di 5 girtîgehan de bûyerên îsyanê dest pê kirin.

Di encama îsyanên ku derketin de ji 90î zêdetir gardîyan hatin esîrgirtin û pevçûnên ku di navbera mehkûman de pêk hatin de jî 31 mehkûm mirin.

Hikumeta Ekvadorê piştî zêdebûna bûyerên li welat, li wîlayetên Manabî û Los Rîosê û li herêma Duranê ji bo 60 rojan rewşa awarte îlan kir. Di çarçoveya rewşa awarte de derketina derveyê jî hat qedexekirin.

Mantayê ku ji benderê herî mûhîm yê welatê ye, di salên dawîn de di navbera rêkxistinên sûc a navneteweyî û qartelên tiryakê de ji bona ku rêvebertîyê bidestbixin dûçarê pevçûnan dibe.

Ekvadora ku li gelek heremên wî bûyerên şîddetê  berdewam dike, ji alîyekî dinê ve jî ji hilbijartina giştî a ku meha hatî bê lidarxistin re hazirî tê kirin.

Gîgermo Lassoyê Serokê Dewlet a Ekvadorê, piştî bijartina ezlê a ku di meha Gulanê de li meclîsê  hat kirin Kongreyê fesih kiribû û ji bona ku di 20ê Tebaxê de hilbijartin bê lidarxistin jî pêşî vekiribû.

Namzedên ku ji bona Serokkomartîyê dikevin pêşbirkê, êrîşa li dijî serokê şaredarîyê şermezar kirin û ji bona çaresrekirina krîza ewlehîya welat soz dan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir