Lîreyê Sûriyeyê li hember dolarê ji sedî 30 nirxa xwe winda kir
Banka Navendî ya Sûriyê, di nav rewşa xirab a aborî de nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolarê Amerîkî nêzîkî ji sedî 30 daxist.
Banka Navendî ya Sûriyê di bultena xwe ya rojane de ragihand ku 1 dolarê Amerîkî li şûna 6532 lîreyên Sûriyê berê bû 8542 lîreyên Sûriyê.
Li piyaseya reş dolarek bi 11 hezar û 800 lireyi tê firotin.
Bi vî awayî lîreyê Sûriyeyê li hemberî dolarê ji sedî 30 daket.
Bi biryarê 1 euro ji 7 hezar û 81ê bû 9 hezar û 502 lireyê Sûriyeyê. (ÎLKHA)