• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji HUDA PARê banga xerakirinê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajarê Entabê hêna jî ji xerakirina avahîyên xesarê giran û orte nehatîya dest pê kirin.

Faruk Goçerê Serokê Bajêrê Entabê yê HUDA PARê, her hefte pirsgirêkekî Entabê tînê rojevê û derheqê wê pirsgirêkê de jî çareserîyan dibêje.

Goçer, vê hefteyê jî aqûbeta avahîyên xesara giran û orte ên ku di erdhejê de zerarên mezin dîtibûn anît rojevê.

Goçer di axavtina xwe de weha got, “Dema ku em li Entabê dinhêrin ziyanê canî kêm e lê digel ev kêmbûnê mixabin avahîyên me yên ku xesarê giran in hene. Ew ê encama van avahîyên me gelo çi bibin? Welatî derheqê ev meseleyê de wek ‘Em ê çi bikin, ew ê van avahîyan gelo xerabibin an jî na?... Ji ber aqûbeta van avahîyan gelo ew ê avahîyên me jî zerarê bibînin an jî na?’ gelek pirsan dipirsin. Welatî ji rayedaran li hêvîya bersivê ne.”

Serokê Bajêrê Entabê yê HUDA PARê Faruk Goçer

Goçerê ku bal kişand van avahîyên vala ji bo mirovên ku tiryakê vedixin re bûne sitargeh, bang kir u bira bi lez û bez avahîyên giran xesar bên xerakirin.

Goçer, “Avahîyên ku valan e niha ji bo mirovên ku tiryakê vedixin re bûne sitargeh. Welatî dibêjin ‘dema ku em zarokên xwe ji parqê re, ji kolanê re û ji dikanê re dişînin ditirsin’

Xwedê mihafeze bike ger ku van avahîyan di erdhejekî de xera bibin ew ê rîskeke mezin çêbikin. Avahîyên ku xera nebûna ew ê bibe sedeme ziyanê meddî û canî. Însanên me ji bona me gelek bi qîmet in. Ji ber vê yekê ger ku van avahîyan xera bibin divê qerareke bi lez bê girtin û bi lez û bez bên xerakirin.”

Goçer, îfade kir di rewşa xerakirina avahîyan xesara orte de jî divê xwedîyê xanîyan heqên wan neyê xwarin û rewşa wan jî bên zelalkirin.

Goçer di dawîya axavtina we de weha got, “Li Entabê derdorê 5 hezar avahîyên xesara orte hene, hat rojevê ku van avahîyan bira an werin qewetkirin an jî li gorî encamên lêgerînan bên xerakirin. Dema ku em di alîyê mîmartîya nû de lê binhêrin em dibînin ku mîmartîya nû li ser berfirehîyê ye. Di ev mîmarîyê de jî ew ê windabûna heqekî mezin derkeve holê. Ew ê ev windabûna mafê welatî çawa peyda bike?” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir