Li Emrîqayê êrîşa çekdarî: 2 mirî
Li wîlayeta Teksasa Emrîqayê di encama êrîşa çekdarî de 2 kesan mirin, 2 kesan birîndar bûn.
Bûyer, li bajara Houstona Teksasê pêk hat.
Li gorî medyaya welat ji 4 kesan re bi çekan êrîşeke ku hêj sedema wê nayê zanîn hat kirin.
Di encama êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kesan jî birîndar bûn. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat diyarkirin êrîşdar piştî bûyerê revîya.
Derheqê nasnameya êrîşdarê de hêj tu agahîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)