• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Putîn daxuyanîya Peymana Qorîdora Zadê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rusyayê, piştî vekişîna ji Peymana Qorîdora Zadê a di 17ê Tîrmehê de derheqê dawîbûna peymanê de welatên Rojavayê sûcdar kir.

Putîn weha got, “Ne cîh anîtina mesulîyetên li dijî Federasyona Rusyayê a di çarçoveya peymana zadê de derfehatîtî û bêrûtîye. Rusya sebrê nîşan da û daîma peymanê dirêj kir. Rojavayê ku wextekî Efrîqayê tehmê kendala tinebûnî, xela û herbê kiribû, niha jî polîtîkaya xwe ya kolonyalîst didomîne. Rojava, transfera zibila belaş jî a  ji welatên feqîr re asteng dike. Rojava, însanîyeta ku di destpêka peymana zadê de hebû ji rêya wê dexistîye, wêya ji bona spekulatoran amûreke ji bo bibe dewlemend şixulandîye.

Rojava, ji dêla alîkarkirina welatan, peymanê wek şantajê şixulandîye. Rojava, ji bona ku peymanê ji rê derbixe her tiştî kir.

Ji bona ku peymana zadê cardin çêbibe divê ji însanîyeta serê ewil re vegere. Rusya, dema ku hemû şert û merc bên bi cîh anîtin, ew ê bi lez û bez ji peymana zadê re vegere.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir