• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Otobûsa rêwîyan û tir li hev qelibîn: 1 mirî, 32 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li ser rêya gundê Hatsaburê Meletî-Xarpêtê pêk hat.

Otobûsa ku di bin kontrola B.D. de bû û ji Stenbolê diçû Çewligê, ji paş ve li tira ku di bin îdareya N.T. de bû qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês, cenderme û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 32 kesan jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir