• DOLAR 32.578
  • EURO 35.329
  • ALTIN 2472.22
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê bi xortan hat ba hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Stenbolê ji teref Teşkîlata Şaxên Ciwanan a Bajara Stenbolê ya HUDA PARê ve li Daristana Belgradê bernemeyeke bi navê “Şahîya Ciwanan” hat lidarxistin.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî beşdarî vê bernameyê bû û pirsên xortan bersivand û derheqê çend mijaran de nirxandinan  kir.

“Qedr û qiymeta xwe baş bizanibin, lewra hejmara wan kesên ku vî karî bi şiûr dikin gelek zêde kêm e”

Yapicioglu di axavtin û nirxandina ku kir de derbarê xortanî û îfsadên ku tê xwestin li ser xortan bên kirin de wiha got: “Xortên ezîz, divê em ji xwe û ji rewşê haydar bin. Hûn ew xort in ku haya wan ji projeyên îfsadê heye. Ji ber vê yekê mesûlîyeta we zêde ye. Hûn dizanin ku divê însanek bi hêla maddî û bi hêla manewî dikare li ser pîyan bisekine.  Divê hûn di vî warî de bibin mîsal. Qedr û qiymeta xwe baş bizanibin, lewra hejmara wan kesên ku vî karî bi şiûr dikin gelek zêde kêm e. Divê hûn bi rabûn û rûniştina xwe û her wisa hal û hereketên xwe ji derdora xwe re bibin mînak û wan xortên li derdorê bikin bin tesîra xwe. Rojê qet nebe 2 rûpel kitêb bixwînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir