• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Peymana zad hat sekinandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Kremlînê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin peyman vê kêlîyê hatiye sekinandin.

Di daxuyanîya ku ji teref kremlînê ve hat belavkirin de wisa hat gotin:

“Derbasdarîya peymana korîdora zad ji îro pêve xelas bûye. Ger ew şert û mercên ku Rûsya dixwaze bên tesîskirin ew ê Rûsya bi lez vegere li ser peymanê. Lê belê ew tiştên ku Rûsya di çarçoveya peymanê de daxwaz kiribû nehatin bicîanîn. Ji ber vê yekê peyman hat sekinandin.”

Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî yê Amerîkayê Jek Sulîvan di daxuyanîya xwe ya ku berî niha dabû de gefê li Rûsyayê xwaribû û gotibû ger peyman neyê dirêjkirin ew ê malîyeta vê a dîplomatîk giran be.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir