• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Wezîrê Karên Hindir yê Îranê: Penaberên Efxanî ji bo Îranê pirsgirêkeke ewlehiyê nîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand ku ji aliyê penaberên Afganî ve ti metirsî li ser welêt nîne.

Wehîdî weha got, "Ajansên me yên ewlehiyê kontrol û kontrolên xwe hene. Lê ji bo birêvebirina penaberan bêtir kontrol lazim in û em hêvîdar in ku pêşnûmeya qanûna me ya neteweyî ya penaberan ji hêla parlamentoyê ve were pejirandin ji ber ku pêdivîya me bi avahiyek heye ku ew bihêztir e."

Wehîdî di dawîya axavtina xwe de weha got, "Helbet dibe ku di her civakekê de pirsgirêkên ewlehiyê hebin, lê bi giştî dezgehên îstixbaratê raporek wiha nedane me. Eger tiştekî wiha hebe, bi vê raporê lêkolînê bikin."

Karbidestên Îranî dibêjin, wan di 10 rojên borî de nêzîkî 18,000 Afganî radest kirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir