• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Meksîkayê ji wesayîta polês re êrîş: 6 mirî, 12 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajara Tlajomulcoya wîlayeta Jaliscoya Meksîkayê, di dema derbasbûna wesayîta polêsan de bombeya ku ji berê ve hatibû kirin bin erdê hat teqandin.

Di encama teqîna bombeyê de 6 polês canê xwe ji dest dan, 12 polês jî birîndar bûn.

Walîyê wîlayeta Jaliscoyê Enrique Alfaro, di daxuyanîya derheqê bûyerê de dabû de destnîşan kir ku êrîş ji teref rêkxistina sûc a organîzeyê hatîye kirin û ev bûyer bûyereke terorî ye.

Piştî bûyerê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî hatin sewqkirin.

Polêsên birîndar, ji bo ku bên dermankirin ji nexweşxaneyê re hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin polêsên ku dûçarê êrîşê bûne ji wan re îxbarekî hatîye ku li herêmê hinek cesed hene û ew jî ji ber ev îxbarê çûne herêmê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir