• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Cenîn, şehîdên xwe birê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo cenazeyên şehîdan li Cenînê merasîmeke mezin a ku bi beşdarbûna bi hezaran Filistînîyan hat tertîpkirin.

Xelkên ku beşdarî bernameya cenazeya şehîdan bûn, diyar kirin ku ew bi berxwedanê re ne, bal kişandin ku ew ê heyfa sûcên îşxalkeran bistînin.

Ji ber ku artêşa rejîma îşxalker 2 roj Cenînê dorpêç kiribû û nedihêşt ku tu kes bixebite cenazeyên şehîdan di mergan de mabûn.

Di êrîşa rejîma îşxalkeran a ku li Cenînê kir de 4 jê zarok 12 kesan şehîd ketin, 20 jê giran 120 kesan jî birîndar bûn.

Di êrîşan de leşkerekî îşxalkeran jî hatibû kuştin.

Rejîma îşxalker, piştî êrîşa 2 rojan daxuyandibû ku ew ji Cenînê vekişîyane. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir