Li Amerîkayê balafireke biçûk ket xwarê: Mirîyekî
Li wîlayeta Carolinaya Başûr balafireke biçûk di dema firandinê de ket xwarê û kesekî canê xwe ji dest da.
Derheqê balafira ku ket de ji teref Îdareya Hewayî ya Federalê ve daxuyanîyek hat belavkirin, hat ragihandin ku balafira ji tîpa "Piper PA-32" di seat 11.00an de ji bo ku biçe sahîlê firîya.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku balafir li nêzê sehaya golfê ketîye xwarê. Kesekî yê ku di nav balafirê de bû canê xwe ji dest daye. (ÎLKHA)