• DOLAR 32.285
  • EURO 34.945
  • ALTIN 2424.62
  • ...
Li Sudanê piştî dawîbûna agirbestîyê pevçûn gûr bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pevçûnê ku di navbera artêşa Sudanê û Hêzên Alîkarî a Lez (HDK) de ji 15ê Nîsanê heta îro didome, bi dawîbûna agirbestîya 3 rojî a di 18ê Hezîranê de dest pê kiribû zêdetir bi şîddet bû.

Li bajarê Umdurmana rojavayê Xartuma paytext bi çekên giran şer zêde bû.

Li bajarê Behrîyê jî dengên topan hat bihîstin.

Balafirên herbê jî li hêzên HDK ên ku li Behrî û Umdurmanê ne hedef girt.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa Sudanê ve hat belavkirin de, weha hat gotin, “Hêzên Tîmên Taybet yên Qolordîya Endezyaran, (Di li vê de HDK qest dike) ji kûrahîya hêzên îsyankaran re operasyonan tênê lidarxistin.”

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku gelek wesayîtên herbê bi tevî ekîpmanên wan hatine bidestxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir