Li Rihayê şerê bi çek: 1 jê giran 6 birîndar
Li navçeya Wêranşarê Rihayê di navbera du malbatên ji eynî eşîretê ne de bi çekan şer derket, di encama şerê bi çek de 1 jê giran 6 kes birîndar bûn.
![Li Rihayê şerê bi çek: 1 jê giran 6 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/RCrH9Z-jN0elHEnRg2HQvaRQovI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/25/li-rihaye-sere-bi-cek-1-je-giran-6-birindar-732ffbb9.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer, doh di seat li Taxa Hurrîyetê pêk hat.
Di navbera malbatên Bîlen û Zîncîr ên ku di eynî eşîretê de ne de gelemşe derket. Ew gelemşe di demeke kurt de bi derxistina çekan ji pevçûnê re vegerîya.
Di encama bûyerê de 6 kes birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin seqwkirin.
Birîndarên ku ekîbên tenduristîyê li cîhê bûyerê midexeleya ewil kirin, bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Wêranşarê.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)