Qîzika 15 salî ya ku di êrîşa Cenînê de birîndar bûbû şehîd bû
Hejmarê şehîdên Filistînî ên ku di encama êrîşên rejîma îşxalkeran a ku li Cenînê kiribû de derket 7 kesan.
Li gorî daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Wezareta Tendurstî ya Filistînê ve hat dayîn, Sedil Nagnagiyyeya 15 salî a ku di êrîşa rejîma îşxalkeran de birîndar bûbû şehîd ket.
Bi tevî Sedil Nagnagiyye hejmarê şehîdan derket 7 kesan.
Di êrîşê de 21 jê giran 91 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)