Otobusa rêwîyan û kamyonek li hev qelibîn: 1 mirî 28 birîndar
Li Mêrsînê otobuseke rêwîyan û kamyoneke li hev qelibîn, di encama qezaya ku li Mêrsînê pêk hat de 1 kes canê xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê otobuseke rêwîyan û kamyonek li hev qelibîn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 07 ABS 327 a ku şofêrê wê Mehmet Nas bû û kamyona bi plaqeya 33 NYS 13 a ku navê şofêrê wê nehat hînbûn li hev qelibîn.
Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 28 kes jî birîndar bûn.
Piştî ku bi bûyerê hat hesîn re gelek ekîbên afad, umke û tenduristîyê hatin sewqkirin cihê qezayê.
Birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê qezayê hatin rakirin nexweşxaneyên li derdorê. (ÎLKHA)