Ji Weqfa Filistînê ji Yapicioglu re zîyareta pîrozbayîyê
Zekî Abdullah Îbrahîm Ararawîyê Serokê Weqfa Filistînê, ji Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku di hilbijartina 14 Gulanê de ji Stenbolê namzed hatibû hilbijartin re zîyareta pîrozbayîyê kir.
Ararawîyê Serokê Weqfa Filistînê yê ku di zîyareta li Stenbolê de axivî, destnîşankir ku ew ji serfirazîya HUDA PARê û derxistina 4 parlamenteran gelek kêfxweş in.
Ararawî, daxwazîya berdewamkirina serfirazîya HUDA PARê kir. (ÎLKHA)