Li Êlihê 3 zarok ên ku ketibûn nav avê hatin xelaskirin
Li Êlihê 3 zarokên biçûk yên ku ketibûn nav qenala avê ji teref welatîyan ve hatin xelaskirin. Hat diyarkirin zarokên ku talûkeya fetisandinê derbas kirin ji nexweşxaneyê re hatin sewqkirin.
Bûyer, di seatên êvarê de li Taxa Çamlitepeyê qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 3 zarokên 6-8 salî yên bi navê B. H., M. Y. H. û C. H., ketin nav qenala avê ya ku di taxa wan de derbas dibe. Welatîyên derdorê yên ku bûyerê dîtin, xwe avêtin nav qenalê û zarokan xelas kirin. Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Zarokên bi tevî alîkarîya mirovên derdorê ji avê hatin derxistin, ji endamên tenduristîyê re hatin teslîmkirin.
Hat hînbûn ku rewşa zarokan baş e. (ÎLKHA)