• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Ew ê hejmara bajaran derkeve 100î?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bo 19 navçeyên ku di nav de navçeyên herêmê jî hene bibin bajar berî niha teklîf hatibû dayîn ku ji bo vê yekê gava ewil hat avêtin.

Gelo ew ê li welêt hejmara bajaran zêde bibe û derkeve 100î?

Teklîfa ku berî niha ji teref partîyeke sîyasî ve berîya hilbijartinan hatibû dayîn da ku 19 navçe bibin bajêr musbet hat pêşwazîkirin.

Berî niha AK Partî di warê îdareyên mehelî de xebatan dabû destpêkirin, lê belê ji ber ku hilbijartin hatin kirin teklîfa ku hatibû dayîn hatibû sekinandin.

Li gorî xebata hatî kirin ew ê pêşî ji bo 19 navçeya hinek şert û merc bên diyarkirin. Yek ji wan şertan divê ew navçeya ku ji bo bajarbûnê navê wî hatiye teklîfkirin nifûsa wê herî kêm 100 hezar be û ji navenda bajêr re herî kêm 30 kîlometre dûr be.

Heta niha navê navçeyan nehat zikirkirin; lê belê 25 navçeyên mîna Sêwerek, Cizîr, Midyadê,  Erxanî,  Gever û Erdîş û her wisa navçeyên mîna Înegol, Alanya, Polatli, Çorlu, Nazilli, Manavgat, Ûnye, Edremit, Fethiye di xwe de van şert û mercan dihewînin.

Ji bo vê yekê divê qanûn bê derxistin da ku ev navçe karibin bibin bajêr. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir