• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Li Bêdlîsê hecac bi duayan hatin oxirkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Bêdlîsê ji çûyîna hecacan re bernameyek hat tertîpkirin.

Ji bernameya ku di baxçeya Miftîtîya Bajar de hat tertîpkirin re bi tevî Mehmet Feysal Geylanîyê Miftîyê Bajêr, endamên miftîtîyê, namzedên hecê û eqrebeyên wan jî beşdarî bûn.

Bername bi xwedina Quranê a ji tere Yilmaz Demîr Xoce ve hat xwendin dest pê kir û bi axavtina Alîkarê Miftî û Serokê qefîlê Abdullah Temîzkan berdewam kir, destnîşan kirin ku ew ji bona îbadeta Hecê bi cîh bîni bi rê ketine.

Mehmet Feysal Geylanîyê Miftîyê Bajêr, di bernameyê de axavtinek kir û diyar kir ku namzedên Hecê ji sefereke bi zehmet û bi meşeqqet re derketine rê.

Geylanî ragihand qet bi qet zêde mikafata ev rêya zehmet û meşeqqet heye.

Geylanî weha axivî: “Ev rêwîtîyeke wisaye ku. Cenabê Xwedê nisîp û serfiraz bike. Hûn ji îro pê vê rêwîyên Hecê ne. Xwedayê min bira çûndin û hatine bi xêr bike nisîp. Hûnê bi îzna Xwedê biçîn Medîneya Munewwere jî. Hûnê di Mescîda Nebewî yê Resulê Ekrem de nimêjê bikin. Nimêjkirina di wê Mescîda Pêxemberê me de, li gorê nimêjkirina li mescîdên dinê hezar qat xêrtir e. Dema ku hûn biçin Mescîdê, ji mescîdê derkevin, biçin otêlê û ji otêlê derkevin selat û selaman bîrva nekin. Pêxemberê me dibêje ku ‘Ez piştî wefata xwe xebera min ji selat û selamên ku tênê kirin heye.’”

Di bernameya ku ji ber baranê di Mizgefta Hecî Mehmet Şîrîn de hat dewamkirin de, îlahî hatin xwendin.

Namzedên Hecê piştî nimêja esrê, ji bo ku ji Mekkeyê re werin şîyandin ji Balafirgeha Mûş Sultan Alparslan re hatin şîyandin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir