Li Dîyerbekirê ji ber nerazîbûna erd şer derket: 8 mirî, 4 birîndar
Li Dîyarbekirê, di encama şerê ku ji ber nerazîbûna erd derket de li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.
Bûyer, li gundê Şîdadaya navçeya Bismilê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera malbatên Taş û Alyamaçê de ji ber nerazîbûna erd gelemşeyek derket, ew gelemşe di demeke kin de ji pevçûnê re vegerîya.
Di şerê ku çek jî hatin şixulandin de li gorî diyarîyên ewil 8 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji gund re ekîbên cenderme û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.
Hat hînbûn ku berîya pevçûnê li gund hinek erd hatine şewitandin.
Ekîbên cendermeyê li gund ewlehîyeke mezin girt. (ÎLKHA)