• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Qafileya ewil a hecê ya Înzar Turîzmê bi diayan hat oxirkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesên ku dê wezîfeya xwe ya hecê bi cî bînin derbarê mijarê de hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re gotin.

Midûrê Operasyonê yê Înzar Turîzmê Ecîr Kaya derbarê mijarê de got ku ji ber coronavîrusê ev bû 2 sal ku çûyîn û hatina li hecê tunebû û wisa got: “Hemd ji Xwedê re piştî pandemîyê temamê astengîyên li ber çûyîna li hecê rabûn û însan ji çar alîyên cîhanê berê xwe dan mala Xwedê. Em jî wek Înzar Turîzmê îsal ji sê bajaran balafiran radikin û xizmetên didin wan kesên ku dixwazin biçin mala Xwedê û îbadeta xwe bikin.”

Kesên ku dê biçin mala Xwedê û îbadeta xwe ya hecê bi cî bînin jî derbarê mijarê de wisa gotin:

Alîf Yeşîlbudak: Min navê xwe dabû nivîsandin û Rebbê min îsal kir nesîbê min. Ji ber ku ezê herim wan axên pîroz û ez ê herim ba Resûlê Xwedê ez kêfxweş in.

Suphiye Rona Er: Berî niha navê min derketibû lê ji ber şobê ez nikaribûm biçim. Xweda îsal kir nesîb ez herim ku ez ji ber vê yekê kêfxweş im.

Mehmet Kargin: Ez ê li vê derê ji bo temamê alema Îslamê û însanîyetê dia bikim.

Mehmet Yerener:Min di sala 2010an de navê xwe li pişkavêtina hecê nivîsandibû û ev bû 14 sal ez li benda vê rojê me. Ji ber ku ez ê herim mala Xwedê ez gelek zêde bi kelecan  û kêfxweş im.(ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir