• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di salvegera pêncemîn a wefata xwe de Mela Muhammed Seîd Varol
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Seîd ji pêşîvanên Cemaata Hîzbûllah bû û bi fedakarîya xwe dihat nasîn. Mela Seîd 7 salên dawî yên emrê xwe di oxira Îslamê de li muhaceratê derbas kir.

Jîyana wî

Mele Muhammed Seîd Varol, 13ê Adara sala 1967 li gundê Cimsarêya ku girêdayê Bênarina Beşîrîya Êlihê ye hat dînyayê. Mele Seîdê ku kurê Mele Emîn Varol e ku ew li herêmê alimeke ku tê naskirin e, ji rêwîtîya xwe ya îlmê re li ber bavê xwe dest pê kir.

Hê dema ku zarok bû eqlê wî û hişê wî gelek pêşve bû û zilamekî kamil bû ev rewşa wî ji teref derûdorê wî bi lez dihat ferqkirin. Di jîyana xwe ya medreseyê ku di dema biçûktîya xwe de dest pê kiribû de, bi xêra eqlê xwe yê kûr pileyên îlmê bi lez û bez derbas dibû. Mele Saîdê ku ji alim û seydayên herêmê yên ku tênê naskirin îlmê xwe stand, perwerdehîya medreseyê qedand û “îcazet” stand. Di nav micadeleya Îslamî ya ku ji salên 1980an de dest pê kiribû de bi tevî îlm, feraset û rêxisinkarîya xwe derûdorê xwe zindî û bereket dikir. Di rojên herî zehmet, di dema micadeleyê a herî zor de daîma li pêş bû, singê xwe ji bona de’wa xwe dikir sîper û ji bo vê jî micadeleyê dikir. Ew di salên 1990yan de bi tevî hevalên xwe yên de’wê li Farqînê li hember êrîşên ku li dijî îmhekirina Misilmanan hatibû destpêkirin sekinîn û ji wan êrîşan re jî wek qehremenan bersîvan dida. Ew li Farqîna ku bûbû warê şehîdan wek Susayan xerca dibistana şehadetê bi xeyreta micadeleyê û sebrê lihev xistibû. Û di dawî de jî pêşevanîya berxwedanekî ku neyarên Îslamê zelîl kiribû bû. Ew gelek wêrek bû û ewqas jî yekî hevterîb bû, xwedî teqwa û îxlas bû. Destê xwe ji Mal û milkên dinyayê rakiribû hemû qabiliyetên xwe ji xizmeta dînê Xwedê re amade kiribû.

Ew di vê bawerîyê de bû ku gerek pratîka îlmî di sehayê de be. Ji ber vê yekê hemû qeweta xwe ji bona ku micadeleya Îslamê biqewettir bibe xerc dikir. Ew biçûna li ku derê ji mirovan re qala Îslamê dikir û Misilmanên belawela dianît cem hev. Di xebatên dema salên 1990yan ku micadeleya Îslamê mezin dibû, însanan fewç bi fewç şîyar dibûn de feydeya wî û emegên wî gelek zêdebû. Bi wê feraset û îlma xwe ya kûr ji micadeleyê re ronahîyê dida, analîzan dikir, stratejîyan çêdikir û qerarên bi îsabet digirt.

Ew ciwanan gelek hez dikir

Mele Seîd, di dema medreseyê de jî ji teref derûdorê xwe gelek dihat hezkirin. Dîyaloga bi mirovan re gelek baş bû. Di dema xwendekarîya xwe ya medreseyê de jî yekî serfiraz bû. Mele Seîd, ji gelek aliman dersan digirt û perwerdehîya xwe ya medreseyê temam kir û îcazeta xwe stand.

Mele Seîdê ku dema perwerdehîya xwe dawî kir ji navçeya Farqîna Dîyarbekirê re vegerîya, ji birayê xwe yê Mele Mîzgînê ku li Farqînê dikana pirtûkfiroşîyê vekiribû re alîkarîyê dikir. Kekê wî Mele Mîzgîn, bi van gotinan wî terîf dikir, “Ez di dikana pirtûkfiroşîyê de him ji ber ku wextê min ê zêde tinebû him ji ber ku ez ji bazirganîyê fêhm nedikirim kar nedikir. Encax birayê min Seîd dema ku hat cem min dikanê me yên ku zerar dikir dest bi karkirinê kir.”

Mele Seîd di dikana pirtûkfiroşê de dem bi deme ji bo ciwanan wext çêdikir ku bi wan re dersan dikir. Di demên 80yan de fonksîyonên dikanên pirtûkfiroşan gelek zêde bû. Wek weqfekî an jî wek komeleyekî fealîyetan dikirin. Yanê dikanên pirtûkfiroşan di wê demê de bûbû navenda hînbûna îlmê û çêkirina tiştên feyde ya ji bo dîn. Ji ber vê yekê emega Mele Seîd li ser xwendekaran gelek zêdebû.

Bi taybetî ji bo îrşada ciwanan çi ji destê wî bihata wan îmkanên xwe seferber dikir. Hema hema em dikarin bibêjin ku ew li mala xwe rûnedinişt. Ew yekî wisa bû ku kolan bi kolan, xanî bi xanî digerîya û ji bo îrşadê ciwanan xebatê dikir.

Jîyanekî wî yê ji pêşanî û rîyalî dûr hebû. Kekê wî Mele Mîzgîn, dibêje ku birayê wî Mele Seîd ev exlaqê xwe yê xweşik ji Huseyîn Welîogluyê Rêberê Damezrînerê Cemaata Hîzbullah standîye.

Ew xizmetên ku dikir ewqas di nav bêdengî û bi îxlasê dikir ku kesên ku wî nasnedikirin xizmetên wî pir nizanibûn.

Mîsala wêrekîyê

Ew yekî mîsala wêrekîyê bû. Mirovekî wêrek bû û ji zaliman re tu dem serê xwe neditewand. Malbatekî ku ji Dîyarbekirê hatibû Farqînê, dikana temîrkirina wesayîtan vekiribû. Mele Seîd jî ji bona karekî diçe wî dikanê, dema ku li dikanê disekinîya ji cîranê temîrkerê wesayîtan hinekan gelek zalim bûn û ji ber vê yekê zilmê li wan dikir. Ji ber ku exlaqê ev temîrkeran xweşik bû mirovan jî wesayîtên xwe dibirin cem wan. Ji ber vê yekê cîranên wan jî ji wan re hesûdîyê dikirin û zilmê li wan dikirin. Rojekî dema ku Mele Seîd li wê derê bû ciranê wan tênê dikanê û qîra xwe li wan temîrkeran didin. Di encamê de şerekî mezin derdikeve. Di wê şerê de Mele Seîd di nav xwînê de dimîne. Dema ku li hev xistine xwîne wan kesên ku Mele Seîd li wan xistîye bi cil û bergê wî ve zeliqîye.

Bi rojan îşkence dît

Xebatên wî yên ku bi nedigot şev û roj e dixebitîya bala neyarê Îslamê kişandibû, Mele Seîd jî ketibû nav rewşa mihaciran a ku ketibû binê teqîba zêhnîyeta 28 Sibatê. Mele Seîdê ku di sala 2000an de hatibû binçavkirin, ji 70 rojan zêdetir di bin binçavkirinê de mabû. Li ev derê ji wî re îşkenceyên ku ne wek mirovahîyê ye kiribûn, bedenê wî demekî felç bûbû. Mele Seîdê ku piştî binçavîyê hatibû kirin girtîgehê, ji alîyekî ve bi nexweşîyên ku ji ber îşkenceyan çêbûbûn re micadeleyê dikir, ji alîyekî jî zindanê kiribû medrese û li wê derê sermiderristîyê dikir û xwedîdozvanan perwerde dikir.

Wehdetê ji xwe re dert dikir

Îttîhada ummetê ji xwe re pir dikir dert û di vê meseleyê de jî bi fikara “Em dikarin çi bikin” îstîşareyan dikir. Ji bona ku alimên Îslamê di bin banekî de kom bike di nav hesretîyekî de bû. Ew weha digot, “Ger ku di destê min de be, ez ê alimên alema Îslamê hemûyan di nav avahîyekî de kom bikim û ji wan re bibêjim heta ku hûn di nav xwe de îttîfaqê çênekin ji we re derketina li vê derê tuneye.”

Di sala 2000an de dema ku hatibû qefaltin ji îşkenceyên giran derbas bû û dû re jî hat kirin nav girtîgehê. Yekî wisa bû ku di girtîgehê de jî şev û rojê xwe dikir yek û bi îlîm aliman perwerde dikir. Yek nedîtîye ku Mele Seîd di girtîgehê de dilê yekê ji xwe re hêştibe an jî bi wî re gelemşeyê kiribe. Ewqas bi hevalên xwe yên girtigehê re xweşik roja xwe derbas dikir ku mirovên girtîgehê ji bona ku di qawîşa wî de bimînin di nav xwe de diketin pêşbirkê.

Ew biro di nav girtîgehê de bi 20 kesan re firsedê didît ku werin cem hev. Ew ev rewşê jî ji xwe re wek firsedê didît û ji bona xwe dinirxand û bi wan re dersan dikir. Piranîya wextê xwe ewakî ji îlmê re xerc dikir. Di girtîgehê de daîma ji mehkûman re dersan dida û ji ber vê yekê nexweş jî ketibû.

Di mehên zivistanê de rewşa hewayê ne musaît e lê ew dîsa jî dersan paşve nedihêşt û didomand. Dema ku ji mehkûmên qawîşan re dersan dida mecbûr dima ku paceyê vekirî bihêle. Bi vekirina paceyan hewayeke sar diket hindir. Mele Seîd ji ber ev sermayê, ji bona ku xwe mihafeze bike xwe bi naylonê dipêçand. Di rojên zivistanê de jî dayîna dersan îhmal nedikir û didomand. Bi vê şeklê nexweş ket. Piştî ku nexweş ket ji nexweşxaneyê re hat rakirin. Li nexweşxaneyê jî di dema tedawîyê de ji kîsika zirav emelîyat bû.

Muhacerat û wefat

Mele Seîdê piştî 10 salan ê jîyana zindanê di sala 2010an de tehlîye bû, bi operasyona îdraqê ya ku neyarên Îslamê dabûn destpêkirin hat xwestin ku cardin ew bê girtin. Ji ber vê yekê ew cardin rêya muhaceratîyê kir pêşîya xwe û fealîyetên Îslamê jî mecbûr ma ku bi dizî berdewam kir.

Seyda Mele Seîdê ku 8 salan muhacir ma, di 12ê Hezîrana sala 2018an de di encama qezayeke trafîkê de wefat kir. Cenazeya Mele Seîd, li ser milên bi hezaran hevaldoz, xwendekar û mirovên ku wî hezdikirin ve bi tevî tekbîr û selewatan li Êliha welatê wî hat definkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir