Li Rihayê qeza: 3 jê giran 21 birîndar
Li Rihayê di encama qezaya ku li hev qelibîna mînîbûsek ku karker tê de bûn û tirekî pêk hat de, 3 jê giran 21 kesan birîndar bûn.
Qeza, li Taxa Ayvanata navçeya Sêwreka Rihayê pêk hat.
Li ser xeberdayîna mirovên ku qezayê dîtine ji herêmê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.
3 birîndarên ku rewşa wan giran e ji Rihayê re hatin sewqkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)