• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
4 parlamenterên HUDA PARê serlêdana derbasbûna partîya xwe kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterên HUDA PARê yên ku di nav lîsteyên AK Partîyê de ketibûn Meclîsê ji bona ku vegerin partîya xwe ji Serokatîya TBMMyê re daxwazname dan. Pêvajoya derbasbûna Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê temam bû û di sîteya înternet yê TBMMyê de Yapicioglu, wek Palamenterê HUDA PARê cîhê xwe girt.

Serkan Ramanli, Faruk Dînç û Şehzade Demîrê parlamenterên HUDA PARê jî ji bo derbasbûna partîya xwe daxwaznameyê dan lê ji ber ku muameleyên fermî dawî nebûne di lîsteyan de parlamenterê serbixwe tênê dîtin. Piştî temambûna muameleyên fermî ev sê parlamenter jî ji wezîfeyên xwe re wek parlamenterên HUDA PARê berdewam bikin. Tê hêvîkirin ku Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê ev derbasbûna ji lîsteyên AK Partîyê li alîyê HUDA PARê de daxuyanîyek bide.

Bi tevî HUDA PARê yên ku partîyên ji tîfaqan vediqetîyane hejmarê partîyên di nav TBMMyê de bûn 16 heb. Berîya ev bûyerê parlamenterên Partîya Demokrat, DEVA, Partîya Pêşhatin û Partîya Seadetê jî, ji lîsteya CHP yê ku di nav lîsteya wê de ketibûn Meclîsê veqetîyabûn; parlamenterên Çep a Demokratîk jî ji AK Partîyê veqetîyabû û parlamenterên EMEPê jî ji lîsteyên Partîya Kesk a Çep ketibûn Meclîsê û ew jî ji hev veqetîyabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir