• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Enqereyê şewata avahîyê: Mirîyek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer di apartmana Binnur a 10 qatî ya li Taxa Demetevlerê ya navçeya Yenîmahalle de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di qata pêncemîn a apartmanê de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Li ser agahiya kesên derdorê ku rewşê ferq kirin, ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên îtfaîyeyê şewata ku ber bi qata jor ve ketibû kontrol kirin.

Di şewatê de nexweşa razayî Fatma Akbîyik canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Sedema şewatê tê lêkolînkirin. (İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir