• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Numan Kurtulmuş bû Serokê Meclîsê yê Nû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

AKP û MHP Numan Kurtulmuşê wek namzed nîşan da, koma CHPê jî Tekîn Bingolê wek namzed nîşan da. Cîhan Paçaci jî bû namzedê Partîya Îyî.

Partîya Karên Tirkîyê Şerafettîn Can Atalayê Parlamenterê Hetayê ku di girtîgehê de ye namzed nîşan da.

Partîya Devayê Mustafa Yenerogluyê Parlamenterê Stenbolê namzed nîşan da, Partîya Gelecekê jî Serap Yaziciyê Parlamenterê Entelyayê wek namzed nîşan da.

Sazîya Giştî ya Meclîsê, doh ji bona ku serokê nû diyar bikin kom bûn, dengdayîn bi dizî hat dayîn.

Hilbijartina Serokatîya Meclîsê di tûra yekemîn de negihaşt 400 dengê. Di tûra yekem de Numan Kurtulmuş 317, Tekîn Bingol 131, Cîhan Paçaci jî 42 ray girtin.

Di tûra duyem de jî tiştek çênebû lê di tûra sêyem de namzedê AK Partîyê Numan Kurtulmuş bi girtina 321 rayan bû Serokê Meclîsê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir