• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Alîkarê Serokwezîrê Efxenistanê Henefî: Li Çar alîyê welêt ew ê dibistan û navendên tenduristîyê bên sazkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mewlewî Abdusselam Henefîyê Alîkarê Serokwezîrê Mesulê ji Karên Îdarî, bi alimên herêmê yên li wîlayeta Samanganê re hat cem hev.

Henefîyê ku bi alim û rayedarên herêmê re civînek lidarxist, pirsgirêkên wîlayeta Samanganê gohdar kir.

Henefîyê ku di hevdîtina bi aliman re kir de û pisrgirêkên derheqê tenduristî û perwerdehîyê de gohdar kir, destnîşankir ku ew ê ji bona ku herêmên di dewra bireveberîya berê de ji xizmetê mirûz mane re hewcedarîya ku heye bi cîh bînin.

Henefîyê ku got hikumeta navendî ji bona ku navendên tenduristî û dibistanan bên sazkirin ji bo bakurê welêt ew ê tedbîran bigre, ew ê di ev meseleyê de ji tu xebatê jî paşve nemînin.

Alimên Samanganê yên ku ji çêkirina ewlehîyê ji teref rayedarên Emîrtîya Îslamê ve li giştîyê welêt û pêşgirtina bêrêtîyên îdarî dilxweşîyên xwe anîtin ser ziman, derheqê pirsgirêkên xelkê yên ku di dema bireveberîya berê de ku muhîmtîyê nedidan medreseyan û ji ber vê yekê zehmetîyên dihatin kişandin de jî axivîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir