Zam li benzînê hat kirin
Ji îro pê ve derbasdar 66 qirûş zam li benzînê hat kirin.
Hat ragihandin îşev ji nîvê şevê pê ve derbasdar ji benzînê re 66 qirûş zam hat kirin. Bi vê zamê heqê benzînê dîsa derket liser 21 lîre yê.
Piştî zemmê heqê benzînê li Stenbolê 21.22 lîre, li Enqereyê 21.57, li Îzmîrê 21.58 lîre, li Edeneyê 21.93 lîre û li Dîyarbekirê jî 22.23 lîre yê tê firotin. (ÎLKHA)