Agirbesta li Sûdan’ê 5 rojê din hat dirêjkirin
Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez agirbesta ku 15ê Nîsanê li hev kiribûn û li ser dirêjkirina agirbestê 5 rojên din li hev kirin.
![Agirbesta li Sûdan’ê 5 rojê din hat dirêjkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/XIHmRjf9ZYKxEHM7zRyJO3VA7lo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/22/agirbesta-li-sudane-5-roje-din-hat-direjkirin-d25a6aa1.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Derheqê mijarê de Balyozxaneya Emerîkayê ya li Hartûmê daxuyaniyek belav kir û got ku, “Erebîstana Siûdî û Emerîka dirêjkirina agirbesta 5 rojan a ku di navbera Hêzên artêşa Sûdan’ê û Hêzên Piştgirîya Bilez de xweşnudî dibînin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku agirbesta ku di 20ê gulanê de hatiye imzekirin bi temamî nehatibe tetbîqkirin jî lê dîsa jî pêdiviyên 1 milyon Sûdanîyên ku muhtacî alikariyê ne alîkarîya însanî wê bên dayîn.
Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku ji yek milyonî zêdetir kes di nav welêt de ji cihê xwe bûne û ji ber şeran 300 hezar kes jê revîyane welatên derûdorê.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûdan’ê diyarkir ku ji destpêka şer hets niha be 709 kes mirin e, 5 hezar 424 kes jî birîndar bûn e. (ÎLKHA)