• DOLAR 32.354
  • EURO 35.014
  • ALTIN 2401.635
  • ...
Ûganda: Me ji bo parastina sazîya malbatê  Qanûna Antî-Hevzayend derxist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Ugandayê digel  welatên Xerbî û aktîvîstên mafên însanî yên qaşo li Ugandayê ji bo sazîya malbayê bê parastin li dijî LBGTyîyan qanûneke dijwar hat derxistin.

Serokê Parlamentoyê Anîto Among di daxuyanîya ku ji ser hesabê xwe yê twîtterê kir de wiha got,“ Me wek Parlamentoya Ûgandayê guh da gellê xwe û qanûna ku sûcên ji rê derketinên zayendî ceza dike derxist. Li gor Makeqanûna Komara Ûgandayê di xala 31emîn de ji bo malbatê bê parastin me ev gav avêt. Her wisa ji bo ku em çand, nirx, pîrozbahî û hedefên gelê xwe biparêzin  me bê yekê kir.“

Among bang li rayedaran kir da ku qanûn bi şikleke kamil bê tetbîqkirin û wiha got:“Ez niha bang li rayedarên ku mesûlîyeta wan a qanûnî heye dikim da  û ji wan rica dikim ku wê raye û selahîyeta ku bi Qanûna Antî-Hevzayend ji wan re hatin dayîn bi cih bînin. Gelê Ugandayê gotina xwe ya dawî anî ziman û niha erka we ye ku hûn qanûnê bi awayekî adil, bi biryar û bê şik bi cih bînin.“

Bi vê qanûnê kesên ku vîrusa HIV bi wan re hene û heke  vê fiila nebaş û pîs bikin cezaya îdamê ji wan re tê dayîn û digel vêya jî kesên ku xelqê  teşwîqî vê fiila nebaş û pîs dikin re jî dê 20 sal cezaya hepsê tê dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir