Li Efxanîstanê di mezinahiya 5,2an de erdhej
Li wilayeta Bedexşana li bakûrê rojhilata Efxanîstanê di mezinahiya 5,2an de erdhej pêk hat.
Hat diyarkirin ku erdhej li navçeya Cûrma wilayeta Bedexşanê di se'et 10.22an de pêk hat.
Hat ragihandin, erdheja ku ji Tacikîstan û Pakîstanê jî hatine pê hisîn, di 223 kîlometre bin erdê ve çêbûye. Tu daxuyaniyek ku têkildarî ziyanên canî û madî yên piştî erdhejê nehatiye dayîn. (ÎLKHA)