• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Îsmaîl Henîyye: Ew seferberîya ku ji bo meşa alayê hat îlankirin nîşaneya zeîfbûna  rejîma îşxalker e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qudsê ji teref siyonistên îşxalker ve meşa alayê hat tertîpkirin û rejîma îşxalker ji bo ewlehîya vê meşê temamê îmkanên xwe seferber kir.

Serokê Şaxa Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye derbarê vê seferberîya ku ji teref rejîma îşxalker ve hatibû îlankirin de daxuyanîyek da û destnîşan kir “Ew seferberîya ku ji bo meşa alayê ya li Qudsê ji teref rejîma îşxalker ve hat îlankirin nîşaneya zeîfbûna  rejîma îşxalker e. Ew ala Filistînê ya ku li ser axên me ye, nasnameya xwedîyên meşrû û  nasnameya weten nîşan dide. Micadeleya bi îşxalkeran re berdewam dike. Xelkê Filistînê ew ê Quds û axên xwe ji îşxalkeran xelas bike û dê penaber vegerin li ser axên xwe. Ew ê hesab bi vî awayî bê girtin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir