Ji bo Enqereyê hişyarîya barana zêde
Ji ber texmînên ku ewê barana zêde li Enqerê tesîrdar be hişyarî li welatîyan hat kirin.
Di daxuyanîya ku ji ser hesabê bajêr ya medyaya civakî de hat kirin de wiha hat gotin:
“Li gorî dîmenên dawî yên ji Midûrtîya Meteorolojî yê ve hatin wergirtin; tê texmînkirin ku barana gûr li bajarê me û li derdora wê ewê roja çarşemê li başûr û rojava mehelî tesîrdar be. Divê welatîyên me li dijî talûkeya billind bûna avê ya ji nişkave, birûsk, barîna zîpikê ya mehelî, ba, bahoz û astengîya çûn û hatinê bi tevdîr bin.“(ÎLKHA)